Roza Sîerra
Roza Sierra li Diyarbekirê ji dayik bûye. Di navbera salên 2015-2019an li Zanîngeha Mardîn Artukluyê Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî xwendîye. Niha jî li Enstitûya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî da lîsansa bilind dike. Ji çirîya pêşîn 2020an û vir ve li Weqfa Mezopotamyayê wekî berpirsa ragihandin û medyayê kar dike herweha di rêveberîya Weqfa Îsmaîl Beşîkcî da cih digire. Sierra Berhevkarîya kelepora kurdî dike û li Podcast Kurdîyê bernameyeka çandî, bi navê Tûrik amade û pêşkêş dike. Nivîs hevpeyvîn û gotarên wê yên li ser folklor û berhevkarîyê di gelek malper û kovarên kurdî da çap û belav bûne.