Fatoş Stêrk
Fatoş Stêrk li Batmanê ji dayîk bûye. Lîsansa sînemayê ji zankoya Marmara ya Stenbolê wergirtiye. Stêrk bi xwendekariya xwe re dest bi kar û xebatên çand û hunerê kir. Gelek fîlmên kurdî û tirkî de pişt kamerayê kar kirıye. Ji sala 2012an heya 2019an weke xwebexş li weqfa Îsmaîl Beşîkçî de xebîtî û herwiha wek endamekê revebiriyê jî li Amedê xebitî. Di wan salan de kordînasyona gelek festîvalan de cîh girt. Di salên 2014-15an de li rojnameya BasNewsê de di beşa çand û hunerê de xebitî. Piştî xwendina xwe ya Stenbolê berê xwe da Amedê û li wir karên xwe yê sînemaya domand. Du fîlmên metradirej û şeş kurtê fîlmên kurdî de wek listîkvan xebitî. Di sala 2019an de wek producer belgefîlmek ku di debarê jinên ezîdiya çêkir. Niha di PodcastKurdiyê de rêvebiriya bernameya Kadraja Kurdî dike û ji bo hin kovaran nivîsên sînemayê dinîvîse.