JI BO ROJNAMEGERAN

Rojnameger û lêkolîneran kurd li herçar parçeyên Kurdistanê dîasporayê hûn dikarin nûçe podcastan nûçe-çîrokan amade bikin û li Podcastkurdiyê belav bikin. Hûn dikarin li ser vê formê tijî bikin û nûçe podcasta hûn dixwazin çêkin bi edîtorên me re parve bikin.

E- Bulten

Guhdarên hêja, her ji 15 rojan carekê e- bultena me tê belavkirin û di e- bultena me de bi kurtî behsa podcastên me tê kirin. Heger hûn dixwazin ji kar û xebata Podcastkurdiyê agahdar bin hûn dikarin bibin aboneyên e- bultena me.

JI BO PIŞTGIRIYÊ

Guhdarên hêja, hêja heger hûn dixwazin bêhtir li podcastan guhdar bikin û bibin piştevanê podcasterên Podcastkurdiyê hûn dikarin ji ser fongogo.com û patreon.comê beşdarî kampanya me ya alîkariyê bibin.

Derbarê Me

Bila guhê we li me be!

Guhdarên ezîz,

Radyo yek ji amrazeka serekî ya ragihandin, fêrbûn, sosyalîsazyon û wergirtina zanyariyan bû bo mirovahiyê. Bi berbelavbûna înternetê di sedsala 21ê de û bi guherînên mezin ê medyayî yên dîjîtalbûnê de, êdî podcast weke amrazeka nû ya medyayî li cîhanê derketiye û roleke nû wergirtiye.

Di demeke ku medyaya welatên Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Iraqê rojeva Kurdistaniyan diyar dike û medyaya her çar parçeyên Kurdistanê ber bi yekdengiyê ve diçe; me xwest hûn guhê xwe bidin me û da ku em jî; dengê Kurdistaniyan bigihînin we. Lewre me navê Podcastkurdiyê li xwe daniye.

Podcast, di kurtedemekê de li seranserî cihanê bûye amrazeka nû ya kêfxweşî û wergirtina zanyariyan. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî çend rojnameger çalakên ziman, edebiyat û kelepora kurdî jî dest bi belavkirina podcastan kirine û karên gelekî baş dikin.

Ev hewla me di demekê de ye ku li seranserî cîhanê û Kurdistanê, veberhênaneke zêde bo medyayê tê kirin bi podcastkurdiyê em dixwazin, nûçe-analîz, zanyarî û geşedanên dawî derbarê siyaset, huner, sînema, kultura kurdî de bigihînin we.

Bi kurtî û kurdî em dixwazin rojnamegeriyê bi peyva kurdiyê têxin kerîneka guhê we.

Em ê bi nûçe- dosya û nûçe- analîzan hewl bidin xumama li ser bûyaran bidin alî.

Helbet derbarê edebiyat, huner, siyaset, sînema, werziş û jiyanê de hevpeyvînên me hebin.

“Bila guhê we li me be!”