Podcast Kurdî
  • Derbarê Me
  • Bername
  • Podcaster
  • Peywendî
  • Ara
  • Menu Menu
  • Facebook
  • Twitter
  • Instagram
  • Youtube

Derbarê Me

Bila guhê we li me be!

Guhdarên ezîz,

Radyo yek ji amrazeka serekî ya ragihandin, fêrbûn, sosyalîsazyon û wergirtina zanyariyan bû bo mirovahiyê. Bi berbelavbûna înternetê di sedsala 21ê de û bi guherînên mezin ê medyayî yên dîjîtalbûnê de, êdî podcast weke amrazeka nû ya medyayî li cîhanê derketiye û roleke nû wergirtiye.

Di demeke ku medyaya welatên Tirkiyê, Îranê, Sûriyê û Iraqê rojeva Kurdistaniyan diyar dike û medyaya her çar parçeyên Kurdistanê ber bi yekdengiyê ve diçe; me xwest hûn guhê xwe bidin me û da ku em jî; dengê Kurdistaniyan bigihînin we. Lewre me navê Podcastkurdiyê li xwe daniye.

Podcast, di kurtedemekê de li seranserî cihanê bûye amrazeka nû ya kêfxweşî û wergirtina zanyariyan. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî çend rojnameger çalakên ziman, edebiyat û kelepora kurdî jî dest bi belavkirina podcastan kirine û karên gelekî baş dikin.

Ev hewla me di demekê de ye ku li seranserî cîhanê û Kurdistanê, veberhênaneke zêde bo medyayê tê kirin bi podcastkurdiyê em dixwazin, nûçe-analîz, zanyarî û geşedanên dawî derbarê siyaset, huner, sînema, kultura kurdî de bigihînin we.

Bi kurtî û kurdî em dixwazin rojnamegeriyê bi peyva kurdiyê têxin kerîneka guhê we.

Em ê bi nûçe- dosya û nûçe- analîzan hewl bidin xumama li ser bûyaran bidin alî.

Helbet derbarê edebiyat, huner, siyaset, sînema, werziş û jiyanê de hevpeyvînên me hebin.

“Bila guhê we li me be!”

Lîjneya Weşanê

Mahmut Bozarslan

Murat Bayram

Podcast Kurdî Follow

"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!" 📩 podcastkurdi@gmail.com

podcastkurdi
Retweet on Twitter Podcast Kurdî Retweeted
21 Mar

Newroza Diyarbekirê/ Xelk bi Ala Rengîn beşdarî şahiyên Newrozê dibin.

📹 @BedirxanSalih / Podcast Kurdî

Twitter 1638135292048687105
Retweet on Twitter Podcast Kurdî Retweeted
21 Mar

Newroza Diyarbekirê di bin sîbera erdhejê de ma

Erdeha Mereşê û ya bû sedema mirina 50 hezar kesî û birîndarbûna bi hezaran kesî tesîr li şahî û coşa Newrozê jî kir. Beşdariya xelkê weke salên din nebû. Herwiha Rojeva Newrozê hilbijartin û doza yasayî ya li ser HDPyê bû.

Twitter 1638172455918501888
Retweet on Twitter Podcast Kurdî Retweeted
21 Mar

Podcast Kurdî êdî 3 salî ye 💜 pîroz be @podcastkurdi https://twitter.com/podcastkurdi/status/1637920730720419842

Podcast Kurdî @podcastkurdi

🎙️Guhdarên hêja û ezîz. Bi Newroza îsal re Podcast Kurdî dibe 3 sal î. Em minnetdarê we ne. 🙏

🎙️Di nava 3 salan de bi handana we û zehmeta podcasterên hêja me bi 3 diyalektên kurdî Zazakî, Kurmancî û Soranî bi sedan podcast belav kir.

Bi hêviya rojên xweş û Newroza rizgariyê.… https://twitter.com/i/web/status/1637920730720419842

Twitter 1638137306014941189
21 Mar

Newroza Diyarbekirê di bin sîbera erdhejê de ma

Erdeha Mereşê û ya bû sedema mirina 50 hezar kesî û birîndarbûna bi hezaran kesî tesîr li şahî û coşa Newrozê jî kir. Beşdariya xelkê weke salên din nebû. Herwiha Rojeva Newrozê hilbijartin û doza yasayî ya li ser HDPyê bû.

Twitter 1638172455918501888
21 Mar

Newroza Diyarbekirê/ Xelk bi Ala Rengîn beşdarî şahiyên Newrozê dibin.

📹 @BedirxanSalih / Podcast Kurdî

Twitter 1638135292048687105
Load More
Podcast Kurdî | ©️ Copyright 2021
  • Facebook
  • Twitter
  • Instagram
  • Youtube
Sayfanın başına dön