Mevlüt Oğuz
Bi eslê xwe ji Heskîfa Batmanê ye. Lîsansa xwe li Zanîngeha Firatê di beşa dîrokê de temam kiriye. Helbest û nivîsên wî di kovarên wekî Pêngav, Çirûsk, Kovara W, Nûbihar û gelek kovaran de hatine weşandin. Edîtoriya kovara muzîkê ya Ziryabê dike. Piştî ku di kovar, rojname û malperên cur bi cur de nivîsiye, di sala 2017an de bi awayekî profesyonel dest bi karê rojnamevaniyê kiriye û ji bo saziyên ragihandinê yên navdewletî yên wekî Sputnik û WDR Cosmoyê edîtorî û peyamnêrî kiriye. Li Podcast Kurdiyê bernameyeke çandî, hunerî û edebî bi navê Derkenar amade û pêşkêş dike. Ji Tîrmeha 2020an û vir ve li Weqfa Îsmaîl Beşîkcî wekî berpirsê ragihandin û medyayê kar dike. Oğuz, endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ), Komeleya Weşangerên Internetê (IYAD) û PENa Kurd e.