Xangul Ozbey
Di sala 1979an de, li navça Farqîna Diyarbekirê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û navîn li Farqînê dibistana navîn li Edeneyê û Beşa Tovên Zîraî ya Zanîngeha Dîcleyê û Beşa Rehabîlîtasyon û Xwedîkirina Xwedîpêwîstiyên Taybet a Zanîngeha Açikogretîmê jî li Diyarbekirê qedandiye. Di saziyên çapemeniyê yên wekî DÎHA, Azadiya Welat, Gun TV, JINHA, Rûdaw û Amed Radyo TVyê de xebitiye. Her wiha di lijneya senaryonivîsên rêzefîlma Ax û Jiyan û Lijneya Kovara W de cî girtiye. Ji sala 2001an û vir bi wayekî profesyonel karê wergêr û redaksiyon, edîtorî û dublajê dike.