ALİ FİKRİ IŞIK
Alî Fikrî Işik, di sala 1958an de li gundê Xeramemo yê Stewra Mêrdînê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û navîn li Batmanê û lîse li Farqînê xwendiye. Di sala 1978an li Batmanê bi rojnameya Seslenişê dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Herwiha di sala 1985an kovara Yazko Somutê di sala 1994an di rojnameya Zone Newsê û di sala 1995an jî de di kovara hefteyî ya Rojê de, di sala 2010an di rojnameya Tarafê de û di sala 2016 – 2017an de di rojname û malpera BasNewsê û Kurdistan24ê de gotar belavkirine û niha jî li malpera Duvarê gotaran belav dike. Bi navê Amedspor Kaos ve Direniş kitêbek nivîsandiye.