Mehmet Salih Bedirxan
Mehmed Salih Bedirxan ji navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji dayik bûye. Lîsansa dîrokê ji zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê wergirtiye. Li Dehkhoda İnstituteyê ya Tehranê salekê perwerdeya farisî wergirtiye. Li Zankoya Artûklûyê ya Mêrdînê mastera bêtez a kurdnasiyê xwendiye. Herwiha niha li Zankoya Artûklû ya Mêrdînê xwendekarê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ye. Bedirxan Di sala 2010an de dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Di sala 2011an de sêrkêşî û nûnertiya Kovara Asîvayê kiriye û heta sala 2014an di gelek ajans rojname, kovarê û malperên kurdan de nûçe û nivîs û hevpeyvîn belav kirine. Di sala 2015an de li rojnameya BasNûçe – BasHaberê dest bi kar kiriye û heta sala 2017an li Enqerê û Diyarbekirê nûnertî û edîtoriya kurmancî û tirkî ya rojnameyê kiriye. Di heman demê de bo malpera Riataza.com AvaToday û Hengaw K24ê nûçe raport û gotar nivîsandine. Niha weke edîtorê beşa kurdiya kurmancî li BasNewsê kar dike û di platforma Podcast Kurdiyê jî de rêveberiya beşa “Rabêjê” dike û podcastan belav dike.
Bedirxan endamê Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) û Komeleya Medyaya Dîjîtal e.