Deng û Veng

Di sala 1982an de li Erdexanê ji dayik bûye. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Erzinganê xwendiye. Li Zanîngeha Karaelmasê ya Zonguldakê Beşa Bankayê qedandiye. Piştre li Zanîngeha Anadoluyê Beşa Aboriyê xilas kiriye. Di sala 2002an de di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de dest bi nûçegihaniyê kir. Di vê ajansê de nûçegihanî û edîtorî kiriye. Di sala 2008an de di Kovara Jinan Warvînê ku navenda wê li Hewlêrê ye hevpeyvînên heftane çêkirine. Di heman salê de li rojnameya Ekspres û Guncelê de edîtorî kiriye. Di sala 2013an de di beşa tirkî ya malpera Rûdawê de dest bi nûçegihaniyê kiriye. Piştre di televizyona Rûdawê de dest bi nûçegihaniya dîtbarî kiriye. Di sala 2017an de li Orient Newsê li Diyarbekirê peyamnêrî kiriye. Li ser kuştina Serokê Baroya Diyarbekirê Tahir Elçî belgefîlmek bi navê “TAHÎR ELÇÎ O AN” amade kiriye. Niha di rojnameya Tîgrîs Haberê de nûçegihaniyê dike û dayika 2 zarokan e.

Bo guhdarkirinê